Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-05-23 11:28:49   MÊRDÎN - Malbata Oncel ku ji Stenbolê bi mebesta sersaxiyê hatibûn Stewrê, di ketina gund de qeza kirin û agir bi wesayîta wan ket. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Baqustan ê Stewr a Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û wergeriya şerampolê. Bi qezayê re agir bi wesayîtê ket û Osman û Emîne Oncel û kurê wan ê ajokar Hanîfî Oncel di wesayîtê de asê man. Piştî ku welatiyên li derdorê agahî dayîn, komên agirkujiyê û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Wesayît hate vemirandin û Hanîfî Oncel bi birîndarî ji wesayîtê hate derxistin. Di qezayê de Emîne û Osman Oncel şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.   Komên tenduristiyê cenazeyên hevjînan şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û Hanîfî Oncel ê birînên wî yên şewatê giran bûn jî veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Hat zanîn ku malbat, ji bo sersaxiyê ji Stenbolê hatibû Stewrê.