Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan 2022-05-23 11:41:41   STENBOL - Ji 48 kesên ku duh li Stenbolê di meşa şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê de hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Stenbolê, êrişa ku Tirkiyeyê bi hevkariya Parrtiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dabû destpêkirin, bi meşekê şermezar kirin. Polisan êrişî meşê kiribû û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî di nav de 48 kesan binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polisan a Stenbolê.    Li Miduriyeta Polisan, 31 kesên ku îfadeyê wan hatin girtin har berdan. Li bendê ye ku 17 kes jî bi angaşta "muxalefeta qanûna civîn û xwepêşandanan" û "Propagandaya rêxistinê" sewqî dozgeriyê bên kirin.