HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin 2022-05-23 11:42:22   ENQERE – HDP’ê diyar kir ku dewletê têkildarî kesên di bin çavan de bi darê zorê hatine windakirin lêpirsînên bibandor nedayîne destpêkirin û wiha got: “Em soz didin ku dê hesabê hemû sûcên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin.”   Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede têkildarî “Hefteya Têkoşîna li Dijî Kesên di Bin Çavan de Hatine Windakirin a Navneteweyî” ku her sal di hefteya 17-31’ê gulanê de tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dede, diyar kir ku ji roja ku windakirina welatiyan a di bin çavan de bi awayekî sîstematîk dihat kirin heta roja me, dewletê tu carî lêpirsînên bibandor nekirine.   Dede, destnîşan kir ku dosyayên dozan ji demê re tên vehêlandin û wiha got: “Em xemgînin ku gelek dosya ji ber ku bi ser re dem derbas bûye, hatine girtin. Lê di sûcên li dijî mirovahiyê de dembihûrîn tune ye. Dewletê ew rûyê xwe kujer bi rêgezên hiqûqê yên wiha erzan veşartî ye.”   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’   Herî dawî jî Dede ev tişt anî ziman: “Li hemberî vê tabloya tarî, Komeleya Mafê Mirovan, mirovên şemiyê, xizmên girtiyan kêliyekê jî be xwe ji têkoşînê venegirtin. Bi lêgerîna li heqîqetê û windayan, polîtîkayên desthiladaran aşkera kirin û tarîtî ronî kirin. Xizmên windayan ên ku havîn û zivistanê, di nava germê û sermayê de ji lêgerîna xwe ya edaletê gav paş de neavêtin, îro jî lêgerîna xwe ya edeletê didomînin. Berpirsiyarê sereke yê van hemûyan ew hikûmetên tirsonek in ku nikarin bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin. Em bang li hemû berbirsiyaran dikin ku arşîvan vekin, komîsyonan ava bikin û bi rengekî rast rû bi rû bin. Ger nebe ew ê ne windahiyên dawî bin û demokrasiya welat û hêviya jiyanekî wekhev û bi hev re çavê di tarîtiyê de bigre. Em soz didin em ê hesap ji hemû sûcên windakirinê yên ku bi qirkirina ermenan dest pê kir û di Terteleya Dêrsimê û salên reş ên salên 90’î de bênavber dewam kir, bipirsin.”