Malbata Şenyaşar hat xelatkirin 2022-05-23 12:30:48   RIHA - Odeya Tabîban a Stenbolê dê “Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê” bide Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 441’emîn de berdewam dike. Malbatê di 9’ê Adara 2021’an de dest bi nobedê kiribû.    Malbat wê îro nobeda xwe li Stenbolê berdewam bike. Malbat dê du rojan li Stenbolê be û daxwaza edaletê bike. Malbat dê êvarê beşdarî merasîma xelatdayînê ya Odeya Tabîban a Stenbolê bibe. Odeya Tabîban îsal biryar girt ku “Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ya Dr. Sevînç Ozguner” bide Malbata Şenyaşar. Malbat ê êvarê di vê merasîmê de amade bû û xelat diyarî wan bê kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Em ê îro ji bo Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê bin. Heta ku edalet bi cih were em êli her deverê Tirkiyeyê bêjin ji bo malbata Şenyaşar edalet, #Şenyaşaailesiadalet, ji bo her kesî edalet.”