Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e 2022-05-23 12:56:32   XARPÊT - Biryara veşarî danîne ser dosyeya sercerdevan Nîhat Cav ê ku Remziye Apaydin qetil kiribû. Hat zanîn ku navê wî di bûyerên fihûşê de jî derbas dibe.    Remziye Apaydin a ji navçeya Kovancilara Xarpêtê di mijdara 2021’an de hat windakirin. Ji wê rojê ve xeber jê nehat girtin. Di encama xebata lêgerînê de cenazeyê Apaydin li cihek nêzî navçeya Depê ya Xarpêtê piştî 6 mehan hat dîtin. Hat diyarkirin ku Apaydin li wesayîta sercerdevan Nîhat Cav ê ji Depê hatiye siwarkirin.    Li ser vê tespîtê sercerdevan û kujer Nîhat Cav di 13’ê gulanê de hat binçavkirin. Cav di îfadeyên ku daye polîsan de li xwe mikûr hatiye ku Remziye Apaydin qetil kiriye û wê li baxçeyê mala xwe yê li gundê Yenîceya Depê veşartiye.    Polîsan li vî cihê xebata kolandinê da destpêkirin û cenazeyê Apaydin dîtin.    TIRYAKKÊŞIYÊ Û FIHÛŞÊ KIRIYE    Sercerdevan Nîhat Cav piştî îfadeyan ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Ev kujer ji gundê Yenîceyê ye û tiryakê jî dikişîne. Hat zanîn ku navê wî di bûyerên fihûşê yên li navçeyê de derbas dibe û gelek jinan mexdûr kiriye. Tevî ku hemû kirinên wî tên zanîn jî lê dîsa serderdevantiyê dane wî û hat gotin gelek qeydên din ên sûckirina wî hene û li navçeyê ji gelek kesan pere xwariye û deynê xwe nedaye.    50 KES HATINE BINÇAVKIRIN    Hat diyarkirin ku zêrên Remziye Apaydin li Çewligê firotiye zêfiroşekî û van pereyan girtiye û ji hesabê hevjîna cerdavenek bi navê M.T. re razandiye.    Hat zanîn ku 50 kesên bi piraniya wan cerdevan in ku berê bi Nîhat Cav re danûstandinê kirine hatine binçavkirin û ji ber biryara veşarî danîne ser dosyeyê hûrguliyên dosyeyê nayên zanîn.    'BILA CEZAYÊ HERÎ GIRAN LÊ BÊ BIRÎN’    Xwişka Apaydin, Aysun Apaydin anî ziman ku 6 meh bûn tu xeberek ji xwişka xwe nedigirt û piştî lêgerînê cenazeyê wê hat dîtin. Apaydin bal kişand ser kuştina jinan û got: “Remziye jî û kujer jî 6 meh li ber çavê mebûne, lê me nedizanibû. Divê cezayê herî giran lê bê birîn. Divê ji girtîgehê neyê berdan. Piştî ku zêrên xwişka min diziye biriye firotiye, wê kuştiye. Êşa me giran e.”