73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn! 2022-05-23 13:15:50   RIHA - Di doza ku nivîskar û rojnamegerê kurd Mehmet Serhat Polatsoy jî di nav de li 5 kesan hatibû vekirin de 73 sal û 20 roj ceza hat birîn.    Di 30'ê nîsana 2013'an de hatibû angaştkirin ku li gundê Şevran ê navçeya Pirsûs a Rihayê, torbeyek bombe hatine dîtin. Bi angaşta dîtina van bombeyan nivîskar û rojnamegerê kurd Mehmet Serhat Polatsoy jî di nav de doz li 7 kesan hatibû vekirin. 33'yemîn danişîna dozê îro li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Dogan Sayin hincet nîşan da tev li danişînê nebû; Mehmet Serhat Polatsoy, Mehmet Ekrem Polatsoy, Şahîn Tanrikûlû, Ahmet Geçgel, Muslum Halhalli û Ayhan Orûç û parêzêrê xwe tev li danişînê bûn. Danişînê bi parastinên li dijî mutalaya ku dozger dabû dadgehê dest pê kir.    Nivîskar û rojnameger Polatsoy, li dijî sûcdariyên "endamtiya rêxistinê" , "bêyî destûr li ser xwe gerandina maddeyên bitalûke" û "propagandaya rêxistinê" lê hatibû kirin û cezayê muebbetê û 96 ceza jê re dihat xwestin parastin kir û got ku ew mutalaaya dozger qebûl nakin û angaştan jî weke "komplo" bi nav kir. Polatsoy, diyar kir ku torbê ku tê angaştkirin ê bombeyan e ne yê wî ye û li dijî sûcdariyên li xwe derket.    Piştî Polatsoy bersûcên din jî parastin kirin û li dijî sûcdariyên li xwe derketin û daxwaza beraeta xwe kirin.    Parêzerên bersûcan jî gotin ku ew tev li parastina muwekîlên xwe dibin û daxwaza beraeta wan kirin.    4 BERAET Û 73 SAL CEZA    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, derbarê Mehmet Serhat Polatsoy de bi angaşta "endamtiya rêxistinê 7 sal û 6 meh, bi angaşta "bêyî destûr li ser xwe gerandina maddeyên bitalûke" 5 sal û 6 meh û 20 cezayê girtîgehê û 25 hezar cezayê pere birî û ji bo sûcdariyên "Hewldana xerakirina yekitî û yekparebûna welat" û "propagandaya rêxistinê" jî biryara beraetê da.    Dadgehê derbarê Mûstafa Ekrem Polatsoy, Dogan Sayin, Şahîn Tanrikûlû û Muslum Halhalli de jî bi sûcdariya "ji rêxistinê re çek peyda kirine" cuda cuda 15 sal ceza birî û ji heman sûcdariyê derbarê Ahmet Geçgel û Ayhan Orûç de biryara beraetê da.