Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin? 2022-05-23 13:59:14   ENQERE - Li Amedê otobûsên ku wêneyên Topal Osman li ser bûn, li kolanên navçeya Liceyê hatin gerandin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag ev mijar xist rojeva Meclisê û ev pirs ji Soylu kir: “Hûn bi bi kar anîna wêneyên Topal Osman re dixwazin çi peyamê bidin?”     Walîtiyên Amed û Gîresûnê duh şahiyeke hevpar kirin û otobûsên ku wêneyên Topal Osman li ser bûn, li kolanên Amedê hatibûn gerandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag ev mijar xist rojeva Meclisê.    Dêrsim Dag, bi mebesta ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di sedema pêşnûmeyê de Dag wiha got: “Heta nîva salên 1900’an jî li gelek herêmên Tirkiyeyê bi taybet jî li Behra Reş gelemperiya şêniyên wê rum û ermenên Ortodoks bûn. Lê di demên dawî yên Osmaniyan de ev kes rastî qirkirinê hatin. Bi komarê re ev qirkirin hêj zêdetir bûn û ev neteweye, rastî polîtîkaya tunekirinê hatin. Nîzama muessese jî her tim li Behra Reş bi van taybetiyên xwe hewl da bi her cureyên propagandayê xwe bide jiyîn. Vê nîzamê, rum û ermen bi destê kom û kesên weke Topal Osman ku ji girtîgehan hatibûn peydakirin, tune kirin.”    Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku li ser pêşniyara Cîgirê Waliyê Amedê Mûrat Ozturk, bi hevkariya Walîtiya Gîresûnê “Mîhrîcana Off-Road” hat lidarxistin û otobûsa ku wêneyê Topal Osman li ser bû, li navçeya Lice ya Amedê hatiye gerandin. Dag, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Wesayîta ku bi mebesta veguhestina beşdaran ji hêla Walîtiya Gîresûnê ve hatibû şandin, wêneyê Topal Osman lê hatibû kirin û bi nivîsa ‘Gîresûn bi têrî we dike’ hate gerandin.”    Bi mebesta ku Soylu bibersivîne, Dag ev pirs kirin:    “* Di çalakiya hevpar a walîtiyên Amed û Gîresûnê de li ser otobûsê wêneyê Topal Osman hatibû bicihkirin. Gelo ev yek li ser agahiya wezareta we hatiye kirin?    * Derheqê bûyerê de gelo dê lêpirsîn bê destpêkirin? Weke propaganda bi kar anîna Topal Osman a ji hêla walîtiyê ve ma ne sûc e?   * Bi kar anîna wêneyên Topal Osman re dixwazin çi peyamê bidin?”