Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag 2022-05-23 14:00:36   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsî ku li Tirkiyeyê çend kes ji ber di twîta ku avêtine de nivisîne lêpirsîn li wan hatiye vekirin.    Parlamenterê HDP'ê yê Edenê, Kemal Pekoz, bi pirsekê pêşniyazpirsa da Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag. Pekoz, ji ber daxuyaniya Bozdag ku duh di weşana zindî ya televîzyonekê de gotibû, "Li Tirkiyeyê, ji ber ku twît avêtiye lêpirsîn li kesî nehatiye vekirin. Ji ber tiştên di twîtê de tên nivîsandin lêpirsîn tên vekirin." peşniyazpirs da Serokatiya Meclisê. Pekoz, di pêşniyazpirsê d ev pirs kir: "Li Tirkiyeyê çend kes ji ber di twîta ku avêtine de nivisîne lêpirsîn li wan hatiye vekirin?"