Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin 2022-05-23 14:11:34   BEDLÎS - Li hin gund û mezrayên bi ser navçeya Tetwan û Hîzanê ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Walîtiya Bedlîsê li gund û mezrayên bi ser navçeyên Tetwan û Hîzanê yên Bedlîsê ve qedexeya derketina derve ragihand. Hat diyarkirin ku li herêmê operasyonek berfireh a leşkerî hatiye destpêkirin. Nehat zanîn ku dê qedexe heta kengê berdewam bike.    Navê gund û mezrayên bi ser Tetwan û Hîzanê ve qedexe lê hatine ragihandin wiha ne: Ûranis, Çangês, Şên, Xorozdere, Hirît, Gulpîk û Agûr.