Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin 2022-05-23 14:20:03   ÊLIH - Qeyûmê Êlihê, Batman Park AVM ku bihayê wê 635 milyon lîre bûn, bi bihayeke gelek erzantir da ber firotinê. HDP’iyan jî ev biryara qeyûm protesto kirin û gotin ku dê destûrê nedin ku ev der bê firotin.    Qeyûmê Êlihê Navenda Kirin û Firotinê û Jiyanê (AVM) ya Batman Parkê ku bihayê wê 635 milyon lîre ye, bi bihayeke gelek erzantir anku bi 150 milyon lîreyan da ber firotinê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî mijarê daxuyanî da. HDP’iyan xwestin li ber Park AVM’ê daxuyaniyê bidin lê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Êlihê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz, Mehmet Demîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Girseya ku bi meşê derbasî pêşiya avahiya partiyê bûn, di dema meşê de dirûşmên “Batmanpark a gel e nayê firotin” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Her wiha pankarta “Batmanpark a gel e nayê firotin” hatibû vekirin.    ‘EM Ê NEHÊLIN WERE PÊŞKEŞKIRIN’   Di daxuyaniyê de hevşaredar Korkmaz anî ziman ku di demên berê de jî xwestin heman tiştî bikin û wiha got: “Lê ji ber nerazîbûna gel û zexta ji raya giştî, dev ji vê îhaleyê berdan. Dixwazin vê derê dîsa bi bihayeke erzan pêşkeş bikin. Lê belê em destûrê nedin vê yekê. Em ê nerazîbûna xwe li her deverê mezintir bikin. Em ê destûrê nedin ku tu kesek mal û milkê gel pêşkeşî çîneke diyar bike.”    MILYAREK DEYN   Hevşaredar Demîr jî destnîşan kir ku Hulusî Şahîn dema bûy qeyûm, deynê şaredariya 280 milyon lîre bûn lê niha vî deynî milyarek lîre derbas kiriye û wiha domand: “Şahîn xwest ku hêj neçûyî bi firotina Batman Parkê re diziyeke din jî bike. Ev cihê ku nirxê wê 635 milyon lîre ye, xwest bi bihayeke erzan bifiroşe. Lewma îhaleya xwe ya berê dîsa derxist holê. Şahîn, ji bo ku bi Serokê AKP’ê yê Bajêr re parve bike xwest vê derê bifiroşe. Lê em ê bi tu awayî destûrê nedin. Heke were firotin jî dema em hatin dê vê peymanê betal bikin. Em vê biryara ku ji hêla kesên nerewa hatine tayînkirin û 3 encumenan ve hatiye dayîn, nas nakin. Em ê serî li dadgeha dadî bidin. Em qebûl nakin ku pêşeroja Êlihê were pêşkeşkirin. Em ê berpirsyariya xwe pêk bînin û îtîraz bikin.”