Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin 2022-05-23 14:27:52   AMED - Li çoltarên navçeyên Lice û Pasûrê bi beşdariya cerdevanan operasyon hate destpêkirin. Hat zanîn ku leşkeran cil û bergên şivanan li cerdevanan kirine, li pêşiya operasyonê bi kar tînin û fotokapanan li herêmê bi cih dikin.   Li herêmên çiyayî yên navçeyên Pasûr û Lice yên Amedê operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, operasyon bi taybet jî li gundên Hêzmaz, Bana Dêra, Girêdadim, Bamitne, Reşan, Geliyê Zêre û Beşîşt ên Liceyê tê kirin. Hat zanîn ku leşker di operasyonê de cerdevanan didin pêşiya xwe û bi komên biçûk vê operasyona xwe didomînin.    FOTOKAPAN HATIN BICIHKIRIN   Çavkaniyan, daxuyand ku di operasyona li Pasûrê de jî cerdevan li pêşiya operasyonê tên bikaranîn û cil û bergên şivanan li cerdevanan hatine kirin. Her wiha çavkaniyan got ku leşker bi wesayîtên sivîlan çûne çoltarê Pasûrê û li gelek noqteyên herêmên çiyayî jî fotokapan bi cih kirine.