Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an 2022-05-23 14:34:16 ÊLIH - Hejmara kesên di encama operasyonên serdegirtina malan a li Êlihê de hatine binçavkirin, bû 5 kes.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hatiye destpêkirin, polîsan îro di danê sibehê de li Êlihê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de welatiyê bi navê Seyîthan Kirar ku ji sedî 92 astengdar e, Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Saît Yaman, Abdulhakîm Oguz, Mahmût Îlhan û wenesaz-hunermend Ramazan Îlten hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin niha li Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê tên ragirtin û ji bo dosyaya wan jî biryara nepeniyê hatiye dayîn.