Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin 2022-05-23 14:44:56 STENBOL - Li Stenbolê 7 partî li ser banga HDP’ê hatin ba hev û kampanya “Em ê heqê xwe bistînin, bila hemû meaş werin zêdekirin” da destpêkirin û dê ji bo vê hin rêzeçlakiyan li dar bixin.    Li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgear Kedê (EHP), Halkevleri, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Kerkerên Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li dijî bihabûna jiyanê û feqîriyê kampanya bi navê “Em ê heqê xwe bistînin, bila hemû meaş werin zêdekirin” dan destpêkirin. Kampanya bi civîna çapemeniyê ya li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Stenbolê hat ragihandin. Nûner û rêveberên partiyan tev li civînê bûn.    Endama Meclisa Partiya Azadiya Civakî Nîlay Kuş daxuyanî da. Kuş diyar kir ku li welat her roja ku diçe zext, tundî û faşîzm zêde dibe û wiha got: “Îktîdar ji bo xwe û sermayeya xwe fatûreya krîza aborî ji xelkê re dibire. Em vê qebûl nakin. Meaşê asgarî her roj li hember rêjeya enflasyonê dihele û kêm dibe. Bi milyonn însan nikarin kirêya xwe bidin, fatûreyên xwe razînin, xwarinê bikirin.”   DÊ RÊZEÇALAKIYAN LI DAR BIXIN    Kuş anî ziman wan wek 7 partiyan li dijî her roja ku diçe feqîrî û birçîbûn zêde dibe ji bo jiyanek bi însanî û rûmet were sazkirin vê kampanyayê didin destpêkirin û wiha axivî: “Roj bi roj her tişt biha dibe. Meaşê asgarî kêm û bêqîmet dibe. Em ê ji bo vê yekê rêzeçalakiyan deynin pêşiya xwe. Em vê kampanyayê bi dirûşma ‘titşa heqê me ye em ê bistînin’ didin destpêkirin. Em ê kampanyayek berfireh bi rê ve bibin.”    BANG KIR    Kuş destnîşan kir ku ew ê ji bo heqê xwe û meaşên wan da ku bên zêdekirin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ew hemû raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û kesên ji bo gel têdikoşin û hemû parlamenteran vedixwînin ku destekê bidin kampanya wan. Kuş got ew ê bi piştevaniyê têkoşîna xwe mezin bikin û bi ser bikevin.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Îlknûr Bîrol û Seroka EMEP’ê ya Bajarê Stenbolê Sema Barbaros jî têkildarî mijarê kurte axaftin kirin.