Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin 2022-05-23 15:03:00   AMED - Di doza polis Hakan Avci ku otobusa bizirx li endezyar Cîhan Can qelibandibû û pelçiqandibû de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin.    Li Amedê, danişîna doza polis Hakan Avci ku di 27'ê kanûna 2019'an de otobusa bizirx li endezyar Cîhan Can qelibandibû û pelçiqandibû, li 11'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Amedê hat dîtin. Polis Avci tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Farûk Ûygûn û birayên Can Neytûllah û Veysî Can û parêzerê malbatê Fûat Coşacak li danişînê amade bûn. Parêzerê polisê bersûc Farûk Ûygûn, destnîşan kir ku di rapora pisporan de muwekîlê wî ji sedî 70 û di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de jî ji 100 bisûr e û xwest ku ji bo nakokiya di navbera her du raporan de ji holê rabe ATK ji nû ve rapor amade bike.    'BILA DOSYA JI DADGEHA GIRAN RE BÊ ŞANDIN'   Parêzerê malbata Can Fûat Coşacak jî diyar kir ku rewşeke ku raporeke nû bê girtin tuneye û di her du raporan de jî rêjeya qisûra nêzî hev in û pêwistî bi amadekirina raporeke nû tuneye. Parêzer Coşacak, destnîşan kir ku li gorî raporan bi qestî qeza pêk hatiye û xwest ku dosya ji Dadgeha Cezaya Giran re bê şandin.    Piştî daxuyaniyên her du aliyan dozger xwest ku kêmasî bên derbaskirin.    Dadgehê, daxwaza derbarê Cezaya Dadgeha Giran de biryar neda û ji bo derbaskirina nakokiya di navbera her du raporan de biryar da ku rapor ji nû ve ji aliyê ATK'ê ve bê amadekirin û danişînê taloqî 31'ê cotmehê kir.