Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin 2022-05-23 15:40:03   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû û 5 jinên din ên girtî re, ji ber têkildarî Komkujiya Helebçeyê dirûşm berz kirine, mehekê cezayê ragihandinê lê hate birîn.    Ji ber Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî di nav de, 6 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî Komkujiya Helepçeyê dirûşm berz kirine, cezayê ragihandinê yê mehekê lê hatiye birîn. Yek ji malbata girtiyan Erol Goksû yê xwe gihand ajansa me diyar kir ku di 20’ê Gulanê de bi xwişka xwe re axiviye û xwişka wî ragihandiye ku mehekê nikarin bi telefonê biaxivin. Goksu, da zanîn ku parêzer her tim diçin hevdîtinê lê her car destûrê nadin hevdîtinê û bi heman sedeman cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Goksû, bi lêv kir ku li dijî rewşê bi bertek in û tişta ji destê wan tê dê bikin û anî ziman ku li dijî zextan wê hemû mafên xwe yên demokratîk bikarbînin.