Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê 2022-05-23 15:40:34   MÊRDÎN - Li Nisêbînê polîsan bi hêceta "gule berdane hewayê” bi ser dawetekê de girtin. Polîsan xwest hin welatiyan binçav bike, li ser vê yekê rageşî derket û gaza îsotê û guleyên plastîk bi ser xelkê ve reşandin.     Li Nisêbînê duh bi şev li baxçeyekî daweta A.A. û C.B. hat kirin. Xizmên zava di dawetê de gule berdan hewayê. Polîsan bi wesayîtên zirxi avêt ser dawetê û bi hêceta “kesên ku gule berdane hewayê” binçav bikin. Hewldana binçavkirinê di navbera welatiyan û polîsan de bû sedema aloziyê. Li ser rageşiya ku derket, polîsan gaza îsotê avêt qada dawetê û guleyên plastîk berdan welatiyan.    Hin welatî ji ber gaza îsotê ji ser hişê xwe çûn. Ji ber vê êrişa polîsan dawet zû qediya. Hat diyarkirin ku piştî rageşiyê polîsan welatiyek navê wî nehat zanîn binçav kirin.