Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê 2022-05-23 16:23:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî yê li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin, şandin Wanê û soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn.    Siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî yê ji bajarê Wanê ya bakurê Kurdistanê di 17'ê gulanê de li bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê di encama sûîkastek çekdarî de hatibû qetilkirin. Malbatê, çalakvanên siyasî, hunermend jî di nav de girseyek qelebalix cenazeyê Çelebî ji mroga nexweşaneya Silêmaniyê wergirtin. Cenaze ewilî rakirin Mizgefta Ehmed Hecî Elî û ji vir jî şandin bajarê wî Wanê.    'BI HEVKARIYÊ HATIYE KUŞTIN'    Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Komeleya Karkeran a Mezopotamya Muslîm Kaplan, Zekî Çelebî weke şehîdê gelê kurd û şoreşa demokrasiye bi nav kir û got: “Ey şehîdê rûmetdar, gelê kurd bi helwest û daxwazên we yên ji bo aştiyê serbilinde. Bila neyar baş bizanibin, ew têkoşîna ku şehîd Zekî kiriye, wê hevrêyên wî berdewam bikin û bigihîn armancê. Armanca we azadiya gelê kurd û tinekirina dijmin bû. Lê, mixabin bi destê yên îdia kurdayetiyê dikin û destê xwe xistine destê dijmin de hat qetilkirin.”   Muslîm Kaplan herî dawî got: “Em weke endamên HDP’ê û şoreşgerên demokrasiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser haman riyê berdewam bikin. Kuştin û êriş nikarin îradeya gelê kurd bişkêne.”   'DIVÊ HIKÛMET KUJERAN DERXE HOLÊ'    Piştre Mele Nadir Elî axivî û wiha got: “Şehîd Zekî ji bo Silêmaniyê gelek xizmet kir. Ji ber şehîd Zekî xwe weke xelkê Silêmaniyê didit, lewma daxwaz dikin ku cihî wî avakirî bimîne. Gelek şerme li vî bajarî dema ku daxwaza mûçe tê kirin, bi dehan wesayît û hêzên ewlehiyê tên li ser cadeyan, lê li ber çavê xelkê û li gel ku kamara hene jî Şehîd Zekî tê şehîdkirin. Heta niha kiryar nehatine dîtin. Heke kes jî bike weke mû ji mast derbixîne, lê ev karê hikûmetê ye û eger neke heta mirinê şermezariye.”   Mele Nadir Elî diyar kir ku wê xelk qebûl neke zarokên vî welatî ji aliyê dijmin ve werin qetilkirin û bang li hikûmetê kir ku dosyayê eşkere bikin.    Piştî axaftinan canazeyê Çelebî ji Silêmaniyê ber bi bajarê Wanê ve hat şandin. Cenaze dê li Wanê bê veşartin.