Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê 2022-05-23 16:26:55   AMED - Derbarê polîs Serdar G. yê ku ji ber Menîce û Şeyhmûs Yilmaz bi kûçik birîndar kiribûn tê darizandin de, biryara bi zorê anîna dadgehê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, operasyon dabû destpêkirin. Di dema operasyonê de polîsan bi ser mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz de girtin. Di dema serdegirtinê de deriyên malê hatibûn şikandin û polîsan kûçik berdabûn ser malbatê. Di encama êrişa kûçikan de, Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ku hevjînên hev in, birîndar bûbûn. Danişîna ewil a bûyera di 31’ê Gulana 2020’an de qewimî bû li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hate dîtin.    Polîsê bersûc Serdar G. tev li danişînê nebû. Şeyhmûs-Menîce Yilmaz ên hevjîn in û parêzerê wan Selameddîn Varol li danişînê amade bûn. Hevjînên hev ên Yilmaz beyanên xwe yên têkildarî bûyerê yên beriya niha dubare kirin. Parêzerê Yilmazan Selameddîn Varol, daxwaz kir ku polîsên li cihê bûyerê weke şahid bên guhdarkirin.    Dadgehê, biryar da ku polîsê bersûc Serdar G. yê li ser peywîra xwe û tev li danişînê nebû, bi darê zorê bînin danişîneke din û ji bo şahidên bûyerê bên guhdarkirin dadgehê danişîn taloqî 28’ê Îlonê kir.