Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2022-05-23 16:41:09   WAN - Li Taxa Gundogdû ya navçeya Rêya Armûşê jina bi navê A.G. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Gundogdû ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di saetên serê sibê de dayika 4 zarokan A.G. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jinê ji bo kirariyên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Cenaze piştî otopsiya hatiye kirin li Goristana Sixkê hate veşartin. Hate diyarkirin ku têkildarî mirina A.G. lêpirsîn hatiye destpêkirin.