Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome 2022-05-23 16:45:55   ŞIRNEX - Darên ku li Bestayê ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û talankirin, bi kamyonan ji bajêrên Tirkiyeyê re tên şandin. Qedexeya li gundên Cûdî jî ji 11'ê gulanê ve didome.   Li Şirnexê, di çarçoveya operasyona leşkerî ku li herêmên Besta, çiyayê Gabar û Cûdî didome de bênavber dar tên birîn. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hilal ên navçeya Qilabanê tînin herêmên Qûrteka Pêşya, Tîkera û Kaniya Mîr ên Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin û xwezayê talanê dikin. Darên ku tên birîn li qamyonan tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve tên şandin.    Qedexe didome    Li aliyê din qedexeya derketina derve ku piştî şerê di 30’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî derket û 8 leşkeran têde jiyana xwe ji dest da li gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şîlêrît ên li quntara Çiyayê Cûdî hat îlankirin ji 11’ê gulanê ve didome.