Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe 2022-05-23 16:46:26   AMED - Qeyûmê Amedê Alî Îhsan Sû ku nû tayînî walîtî û şaredariya Amedê hatiye kirin, qeyûmê Sûrê Abdullah Çîftçî ji xwe re wek sekreter wezîfedar kir.    Li ser biryarnameya Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan, Alî Îhsan Sû tayînî Walîtiya Amedê û wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin. Qeyûmê ku hat tayînkirin, Sekretêrê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan ji wezîfeyê girt û li cihê wî qeyûmê Şaredariya Sûre Abdûllah Çîftçî li sekreteriya giştî wezîfedar kir.