Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir 2022-05-23 16:46:53   GIRÊ SPÎ - Welatiyên Girê Spî li dijî hewldana Tirkiyeyê ku dixwaze penaberan li herêmê bi cih bike, dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.    Tirkiyeyê li gel hêzên paramîlîter ku navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) lê hatiye kirin, di 9’ê cotmeha 2019’an de êrişî Girê Spî kir. Welatiyên ku ji ber van êrişan ji warê xwe koçber bûyîn, li dijî hewldana Tirkiyeyê ya guherandina demografyayê ku dixwaze bi bichkirina penaberan vê plana xwe pêk bîne, li kampa Eyn Îsayê dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.    Ji endamên înîsiyatîfa kampanyayê û koçberên Girê Spî Edûle Xelîl da zanîn ku dê çalakiyên wan ên li dijî projeyên mêtingeriyê yên Tirkiyeyê berdewam bikin û wiha got: “Divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî penaberan pêk bîne. Divê vegereke ewle ji bo me dabîn bikin û dev ji razîkirina dagirkeriya tirk berdin.”   Çavkaniyên ji Girê Spî jî dan zanîn ku Tirkiyeyê li Girê Spî dest bi avakirina avahiyan kiriye û milkê welatiyan desteser dike.    Şandeyeke ji Kantona Kobanê û Meclisa Rûspiyan a Reqayê jî hatin serdana koçberan û piştgirî dan.