Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin 2022-05-23 19:15:21   ŞIRNEX - Esker ber bi Heftanînê ve hatin şandin. Şerê li Heftanînê bi rojan e didome û di şer de heya niha gelek esker û cerdevan mirine.    Di şerê ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê li Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin didome. Di çaçroveya vî şerî de ber bi Heftanînê ve gelek esker û cerdevan hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve hatin şandin.   Di 19'ê Gulanê de li Heftanînê cerdevan Mehmet Emîn Sak û eskerek miribûn û cerdevan Îslam Sak, Nêçirvan Sak û Nazim Sak jî birîndar bûbûn.