Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê 2022-05-23 20:33:16   AMED - Cenazeyê Zindan Yenî yê HPG'î ku di Îlona 2021'ê de li bejahiya navçeya Pîranê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 mehan radestî malbatê hat kirin. Eskeran nehişt malbat şîna xwe deyne.    Zindan Yenî yê HPG'î di Îlona 2021'ê de li gundê Pirêjman ê navçeya Pîran a Amedê di şer de jiyan xwe ji dest dabû. Eskeran di 9'ê Mijdara 2021'ê de haya malbatê pê xistibû ku Yenî jiyana xwe ji dest daye. Bi vê xeberê re malbat jî ji bo cenazeyê Yenî wergire serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê dabû. Lê dozgeriyê bi hinceta ku bi derengî ketiye serlêdana malabtê qebûl nekiribû.    A din a rojê dozger berê malbata Yenî dabû Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dozgerî ku bi hinceta ku şopa tiliya Yenî heye, ji bo testa DNA'yê xwîn negirtibû, lê vê carê jî bi hinceta ku "sedema mirina wî nediyar e" û ji bo vekolandina sedema mirina Yenî, cenaze nedabû malbatê.     PIŞTÎ 7 MEHAN CENAZE DAN MALBATÊ   Hat hînbûn ku ji bo hînbûna sedema mirina Yenî cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hatiye şandin.    Dozgeriya Komarê ya Pîranê piştî 7 mehan ji bo radestkirina cenaze gazî malbatê kir. Malbata Yenî jî ji bo cenaze wergire ji Amedê çû navçeya Pîranê. Li vir piştî kar û barên li dozgeriyê malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan wergirt û bir gundê Mûliksara yê navçeya Farqîn a Amedê.    GUND HAT DORPÊÇKIRIN   Gava malbatê cenaze anî gund eskeran gund dorpêç kir. Eskeran nehişt kes tevli merasîma cenaze bibe û piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yenî li goristana gund hat veşartin.   NEHIŞTIN ŞÎNÊ DEYNIN   Li gor agahiyên bi dest ketine malbata Yenî xwestiye şînê deyne, lê eskeran nehiştiye.