Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir 2022-05-23 21:14:21   DERSIM- Malbata Gulîstan Dokû ku 870 roj in xeber jê nayê girtin, li Qada Seyîd Riza dest bi çalakiya rûniştinê kir.    Malbata Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve xeber jê nayê girtin, li ber Qada Seyîd Riza ya Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bav Halît, dê Bedriye û xwişk Aygul Dokû û Parlementera Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadigîl, Parlementera Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Dilşat Canbaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn û heya Qada Seyîd Riza meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên "Gulîstan Dokû li ku ye?", "Dersim ranzenê xwedî li Gulîstanê derkeve" û "Walî ranezê Gulîstanê bibîne" hatin berzkirin. Di meşê de pankarta li ser "Gulîstan Tune Be Aramî Jî Tune Ye" nivîsandî hat hilgirtin.    Parlementera HDP'ê Dilşat Canbaz bibîr xist ku Dokû 870 roj in winda ye û pirsî, "Gulîstan Dokû li ku ye?" Canbaz destnîşan kir ku windakirina Dokûyê ne windakirineke ji rêzê ye û bang li rayedaran kir ku demildest ji bo vê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.    Parlementera TÎP'ê Sera Kadigîl jî bang li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kir û got: "Te hevdîtin bi vê malbatê re kir û te soz da ku tu yê keça wan bibînî. Ka Gulîstan Dokû? Çima tu li ser soza xwe nasekinî Suleyman Soylû? Ka Wezîrê Dadê yê vî welatî li ku ye?"   Piştî daxuyaniyê malbata Dokûyê li Qada Seyîd Rizayê dest bi çalakiya rûniştinê kir.   Çalakiya malbatê didome.