Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin 2022-05-23 21:50:28   ŞIRNEX - Mehmet Halîl Dogal ê HPG'î û Narîn Algun a YJA-STAR'î ku li herêma Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.    Mehmet Halîl Dogal ê HPG'î û Narîn Algun a YJA-STAR'î ku di 23'yê Gulanê de li herêma Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li Şirnexê hatin veşartin.   Malbatên wan piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyên wan teşxîskirin, cenaze ji bo definkirinê wergirtin. Cenazeyê Mehmet Halîl Dogal ê HPG'î li Goristana Newalarû ya Şirnexê hat veşrtin û cenazeyê Narîn Algûn a YJA-STAR'î jî li mezrika Xolanê ya gundê Behmûr ê navçeya Cizîrî hat veşartin.   Di dema definkirina her du cenazeyan de jî tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn ji bo veşartinê.