Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan 2022-05-23 22:08:16   ÊLIH – Qeyûm Şaredariya  Êlihê Park AVM a Êlihê ya bi bihayê 635 milyon TL'yî bi 150 milyonî firot Şîrketa Anonîm a Golden Parkê ku Serokê AKP'ê yê Êlihê Akîf Gur jî di rêvebiriya wê de ye.    Qeyûm, xeyrîmenqûla herî mezin a Şaredariya Êlihê Park AVM a Êlihê firot Şîrketa Anonîm a Golden Parkê. AVM'ya ku Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) a Êlihê fiyetê wê yê rastîn wekî 635 milyon û 375 hezar TL diyar kiribû, bi 150 milyonî hat firotin.  Qeyûm îhaleya li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê Êlihê çêkir. Di îhaleyê de ji xeynî Şîrketa Anonîm Golden Parkê kes tune bû. Qeyûm AVM'ê bi 150 milyon û 10 hezar TL'yî firot şîrketê.   Şaredariya Êlihê di sala 2008'an de dest bi çêkirina Navenda Danûstendinê û Jiyanê ya Park Êlihê (AVM) kiribû. Înşeata AVM'ê di sala 2010'an de hatibû temamkirin û Şîrketa Golden Parkê ew kirê kiribû. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin qeyûm ew di 26'ê mijdara 2021'ê de dabû ber firotinê. Komîsyona Îhaleyê ya di bin banê qeyûm Hûlûsî Aydin ê cihê wî hatibû guherandin de di 12'ê Îlonê de li hev kom bûbû û îhaleyê bi hinceta kes tevlê nabe betal kiribû. Rêvebiriya qeyûm îhaleya 2'yan jî di 23'yê Gulanê de ragihandibû. Qeyûm AVM'yê bi 150 TL'yî da ber îhaleyê.