Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê 2022-05-23 22:16:04   DERSIM- Malbata Dokû ku ji bo aqûbeta keça xwe Gulîstan Dokûyê li Qada Seyîd Riza çalakiya rûniştinê li dar xistibû, çalakiya xwe bi dawî kir.    Malbata Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve xeber jê nayê girtin, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li Qada Seyîd Riza bi dawî kir.    Bav Halît, dê Bedriye û xwişk Aygul Dokû û Parlementera Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadigîl, Parlementera Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Dilşat Canbaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûbûn û heya Qada Seyîd Riza meşiyabûn. Paşê malbatê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.   Malbata Dokû dê sibê jî li ber Walîtiya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar bixe.