Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 2022-05-24 10:27:45 ŞIRNEX - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî ku li bajarê Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin, ji bo kirariyên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, duh êvarî anîn navçeya Silopiyaya Şirnexê. Cenazeyê  Çelebî yê di Deriyê Sînor ê Xabûrê de anîn biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Cenazeyê Çelebî piştî kirariyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Tê payîn ku wê cenazeyê Çelebî îro bibin bajarê wî yê Wanê.