Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike 2022-05-24 13:24:26   ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê tozbarîn bandorek neyînî li ser jiyanê dike.    Toza ku ji ser Iraqê û Herêma Kurdistanê ve hat Şirnexê û navçeyên wê, tesîrek neyînî li ser jiyanê dike. Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bagera tozê bandorek neyînî nîşan dide û mesafeya dîtinê daketiye 100 metreyî. Ji ber vê rabûna tozê çiyayê Cûdî û Gabarê ji navenda Cizîrê nayê dîtin û ev toz li hewayê dîmenek sor derdixe holê.