Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir 2022-05-24 13:29:09   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, derbarê êrişa ku ji aliyê 2 hevsalên wê ve li zarokeke keç hatibû kirin û kêliyên dema êrişê li ser medya sanal hatibû weşandin de gilî kir.    Li Mêrdînê, 2 hevsalên wê êrişa zayendî li keçeke 16 salî kirin û kêliyên dema êrişê li ser medya sanal parve kirin. Navenda Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê, derbarê bûyerê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da û giliya bûyerê kir. Navendê, xwest di çarçoveya qanûnên têkildar de lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin.