Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin 2022-05-24 23:08:13   SÊRT - Dîlan Înan a YJA-STAR'î ku li Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû li Sêrtê hat veşartin.    Dîlan Înan (Jiyan Koçer) a YJA-STAR'î ku di 9'ê Tebaxa 2021'ê de li herêma Besta ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû li Sêrtê hat veşartin. Piştî ku rayedaran îro telefonî malbatê kir, malbat ji bo cenaze wergire çû Şirnexê. Malbatê cenazeyê Înanê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt û ew anî Sêrtê.   Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze li Goristana Zevyeyê hat veşartin.