ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-25 09:00:02   * Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê ji Wezareta Karên Navxweyî xwest ku di nava 30 rojî de hemû belge û agahiyên derbarê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî de bişîne.    * Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze ji bo guhertina demografiyê Rojavayê Kurdîstanê bi milyonan penaber li wi bi cih bike. Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Çavdêrîya Koçê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz têkildarî mijarê axivî û got: "Bi darê zorê penaberan li erdnigariya Kurdistanê bici dikin."   * Semra Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan got: "Bavê min êdî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi kesî re deyne. Li wir tenê me li hev mêze kir, hew."    * Rûspiyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Di yek carê de bi hezaran xelkê Barzan hate qetilkirin. Divê Barzanî tenê vê rastiyê bîne berçavên xwe û ji xwe şerm bike."    * Rojnamevan û nivîskar Nîzar Bêcan diyar kir ku PDK ku bi hevkariya xwe ya şer şibiyaye AKP'ê hewl dide bi birçîbûnê gel terbiye bike û got: "Gelê Başûr hindik maye bipeqe."    * Dê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkiliya wê ya bi aştiyê re bi navê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" konferansek bê lidarxistin.    *  Dadgeha Bilind, 6 sal û 3 meh cezayê ku li Hulya Balî, hevjîna sûcdarê firar ê komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê Îlhamî Balî, hatibû birîn xera kir. Her wiha ji Balî ya ku beraet kir jî têkildarî komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê tu tişt nehatin pirsîn.    * Trafoya mezin a li ber Hemama Melîk Ahmed Paşa ya dîrokî ya li navçeya Sûriyê, rexmî biryara Lîjneya Parastina Berhemên Çandî yên Amedê jî nayê rakirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 443'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza tazmînatê ya malbata Demîrbaş ku wesayîta zirxî 5 ferdên malbata wan qelibîbû û hatibûn kuştin li Wezareta Karên Navxweyî hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * ÎHD'a Enqereyê dê di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Dijî Windayên di Binçavan de li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amedê û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)