'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin' 2022-05-25 09:17:37   AMED - Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze ji bo guhertina demografiyê rojavayê Kurdistanê bi milyonan penaber li wi bi cih bike. Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê  Mîrza Korkmaz têkildarî mijarê axivî û got: “Bi darê zorê penaberan li erdnigariya Kurdistanê bi cih dikin.”    Ji sala 2011’an vir ve ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi milyonan kes mal û milkê xwe hişt û koçberî her aliyê cîhanê bûn. Li gorî Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê 3 milyon û 762 hezar û 385 welatiyên ji Sûriyeyê li bajarên Tirkiyeyê bi cih bûne. Desthilatdariya AKP’ê penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe heta îro bi kar anî. Her wiha tê gotin gelek penaberan wek hêzên paramîlîter perwerde kir û Tirkiyeyê wan şandiye şerên li Karabag, Lîbya û herî dawî jî şandiye şerê li dijî axa başûrê Kurdistanê. Di heman demê de penaberan wekî di kar û barên erzan de tên xebitandin û tu ewlehî û mîsogeriya karkerên penaber nîne.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di serê meha gulanê de diyar kir ku dê milyonek penaber bişînin Sûriyeyê û li wir bi cih bikin. Bi vê yekê re AKP polîtîkayên taybet li ser Sûriyeyê dimeşîne, armanc dike ku penaberan li bajarên Girê Spî, Efrîn, Serêkaniyê, Cerablûs û Ezazê bi cih bike. Tê gotin ku AKP bi vê yekê dixwaze demografyaya rojavayê Kurdistanê biguherîne.   Li dijî van polîtîkayên îktîdara AKP’ê ku dixwaze li ser penaberan bike, nerazîbûn tên nîşandan. Reveberê Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.      Bi domdarî Korkmaz da zanîn ku di 2011’an de dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir heta îro tiliya AKP’ê tê de heye û wiha got: “Koçberiya ku çêbû bi destê dewleta tirk çêbû. 4-5 milyon koçber hatin Tirkiyeyê anku polîtîkayeke bi zanebûn hat birêvebirin. Di dawiyê de ji 2015’an şûnve gelek bajarên Rojava wek Serêkaniye, Efrîn û Girê Spî wisa dagirkirin û niştecihên li wir hemû koçber kirin û qetlîamek mezin pêk anîn. Niha jî dixwazin kesên ku 10-12 sal in hatine Tirkiyeyê, wan bişînin wê derê û wir bicih bikin.”    ‘DIXWAZIN XEYALÊN XWE OSMANÎ BIXIN MERIYETÊ’   Korkmaz di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi van polîtîkayan dixwaze guhertinekê li heremê çêbike û wiha axivî: “Armanca wan a herî mezin ew e ku guhertineke mezin li heremê çêkin û dixwazin bi van polîtîkayan xeyalên xwe yên Osmanî bixin meriyetê. Jixwe walî tayînî wan bajaran kirine û bi zanebûn dixwazin bikin bajarên Tirkiyeyê. Derket holê ku yek ji armancên wan ên mezin, guhertina demografyaya Kurdistanê ye. Hinek hêzên nawneteweyî jî girtiye pişt xwe, anha jî koçberên ku hatine vir dixwazin bi darê zorê di nava erdnigariya Kurdistanê de bi cih bikin.” Korkmaz bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê ku dixwaze penaberan ji bo berjwendiyên xwe bi kar bîne û wiha got: “Dixwazin li dijî polîtîkaya li ser Rojava û başûrê Kurdistanê penaberan li hemberî Ewropayê bi kar bînin. Derî vekirin lê pênaberan jiyana xwe ji dest dan. Polîtîkaya wan a ji bo penaberan pir qirêj e, ne jidil e.”    ‘DIXWAZIN DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE NAKOKÎ DERKEVIN’    Di berdewamê de Korkmaz bi lêv kir ku di sedsala 20’an de heta îro dewletên serwer li ser erdnigariya Kurdistanê polîtîkayên pişaftin û guhertinê meşandine û wiha domand: “Niha li Rojava pergaleke aştiyane û aram hatiye avakirin. Kurd, ereb û gelên din bi hev re di nava jiyana wekhev de dijîn. Tirkiye dixwaze aramiya herêmê xera bike û penaberan bibe li wir bi cih bike. Dixwazin di navbera jiyana azad a bi hev re şer û nakokiyan derxin. Di bin navê ‘parastinê’ de vê yekê dikin û dixwazin wir bikin bajarên Tirkiyeyê.”    ‘MAFÊN PENABERAN PAŞGUH DIKIN'    Korkmaz destnîşan kir ku li dijî penaberan polîtîkayên derhiqûqî û derqanûnî tên meşandin û wiha berdewam kir: “Qanûn û hiqûqa navneteweyî ya penaberan ji holê rakirine. Ji ber vê yekê kes nizane çend penaberan kirine hemwelatiyên Tirkiyeyê. Nayê zanîn ku wê çiqas penaber di hilbijartinan de biçe ser sindoqan. Nayê zanîn ku çend penaber tên xebitandin. Desthilatdarî ji bo ku xwe li ser lingan bigire di her warî de polîtîkaya şer dide meşandin. Wisa xuya dike ku koçberan jî ji bo vê yekê bikar tîne. Mafên koçberan li ber çavan nayê girtin. Îktîdar ji bo pergala xwe û berjwendiyên xwe tevdigere.”    ‘SEDEMA KOÇBERIYÊ ŞER E’   Herî dawî Korkmaz bal kişand ser nêzîkatiya Ewropa û qada nawneteweyî ya ji bo penaberan û ev tişt anî ziman: "Tevahiya cîhanê li ser koçberan nîqaşan dike. Penabertî, pirsgirêka hemû cîhanê ye. Lê polîtîkayên ku ji bo berjewandiyên penaberîyê xurt bikin û mafên wan biparêzin nîne. Bi hezaran penaber li behran jiyana xwe ji dest didin. Lê mixabin kes vê rastiyê nabîne. Pergala kapîtalîst û serwer bi her awayî piştgiriya rejîma Tirkiyeyê dike. Di derxistina gelek şeran de tiliya qada navneteweyî heye. Niha jî ev şer li dijî Başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Ewropa jî li dijî vê yekê li gorî berjwendiyên xwe tev digere û dengê xwe nake. Divê her kes û aliyên xwedî wijdan û demokratîk li dijî polîtîkaya şer û penabertiyê derkevin.”