Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin 2022-05-25 09:19:10   AMED - Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê ji Wezareta Karên Navxweyî xwest ku di nava 30 rojî de hemû belge û agahiyên derbarê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî de bişîne.    Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925'an de li Amedê ji aliyê Dadgeha Îstiqlalê ve hatibûn daliqandin, di 15'ê sibatê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Lê belê wezaretê di wextê xwe de bersiva serlêdanê nedabû. Piştî vê Serlêdêr di 15'ê nîsanê de serî li Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê dabûn.     Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê têkildarî serlêdanê ji Wezareta Karên Navxweyî parastin xwest û xwest hemû belge û agahiyên di warî de ji dadgehê re bên şandin.   HEWCEYE DI NAVA 30 ROJAN DE BERSIVÊ BIDE   Dadgehê di 28'ê nîsanê de agahî ji wezaretê xwest û li gor prosedurê divê wezaret di nava 30 rojan de bersiva dadgehê bide.    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr serlêdana hatiye kirin nirxand.    Ozdemîr, bi bîr xist ku Wezareta Karên Navxweyî serlêdan nebersivandiye û got: "Wezareta Karên Navxweyî tu bersiv neda. Li gor Qanûna Usûlê ya Îdarî di pêşserlêdanan de ger di nava 30 rojî de bersiv neyê dayîn ev bi awayekî sergirtî tê wateya redkirina daxwazê. Me jî li hemberî vê redkirina sergirtî serî li Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê da û xwest ev biryar bê betalkirin."    Ozdemîr, diyar kir ku Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê serlêdana wan qebûl kiriye û got, dadgehê ji wezaretê agahî û belgeyên têkildarî dozê xwestine û wiha pêde çû: "Dadgehê di biryara xwe ya navberê ya 28'ê Nîsana 2022'yan de xwest mînakeke dosyeya ku belge û agahiyên têkildar tê de ne berpêşî dadgehê bê kirin. Dadgehê 30 roj muhlet da. Ger ev agahî û belge bên, paşê dê dadgeh têkildarî biryara betalkirinê ya wezaretê de biryara xwe bide, çi erênî çi neyînî."    Ozdemîr, destnîşan kir ku ger rêya hiqûqa navxweyî bixitime dê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    'EM LI BENDÊ NE MEXDÛRIYETA 97 SALAN BI DAWÎ BIBE'   Ozdemîr, bi lêv kir ku hem mafê ferdên malbatê hem jî mafê civakê ye ku bi rastiyê zanibe û wiha got: "Divê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bê diyarkirin. Yan na dê ev yek bi binpêkirina maf û azadiyên sereke bi dawî bibe. Em li bendê ne ku ev mexdûriyeta 97 salan bi saya vê dozê bi dawî bibe."