Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye 2022-05-25 09:20:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û nivîskar Nizar Bêcan diyar kir ku PDK ku bi hevkariya xwe ya şer şibiyaye AKP'ê hewl dide bi birçîbûnê gel terbiye bike û got: "Gelê Başûr hindik maye bipeqe."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêma Avaşîn, Zap û Metînayê  ji 17'ê Nîsanê ve didomin. PDK, şibiyaye AKP'ya ku têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi polîtîkayên şer didomîne. Wekî Tirkiyeyê li Herêma Kurdistana Federe jî zext û zorî zêde bûne û krîza aborî kûr bûye.  Rojnamevan û nivîskar Nizar Bêcan krîza piralî ya bi hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re kûr bûye nirxand û got, PDK bi zext û zoriyên xwe li ser pêya ye.   LI HERÊMÊ ŞERÊ BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIRIYE   Bêcan ragihand ku zextên PDK'ê yên li ser gel zêde bûne û gel bi xetereyên wekî binçavkirin, girtin, revandin û mirinê re rû bi rû ye. Bêcan bal kişand ser zextên siyasî yên her diçe zêde dibin û got, di demên dawî de gelek mirov ji ber ecibandina parvekirinên li ser medyaya sanal jî hatine girtin. Bêcan bilêv kir ku li Herêma Kurdistana Federe ji xeynî sînorkirina azadiya fikr û ramanê, tê xwestin bi birçîbûnê gel bê terbiyekirin û got: "Li Başûr ji xeynî qedexekirina azadiyan, şerê birçîbûnê jî dest pê kir. Di warê peydekirina qût de pirsgirêk hene. Qûtê di depoyan de belav nekirin, hemû riziyan. Vê yekê bi zanebûnî kirin. Sedema wê ya sereke ew e ku mirov birçî bimînin da ku li ber desthilatê ranebin."    ‘RUHÊ PDK'Ê DI LAŞÊ ERDOGAN DE YE'   Bêcan ku got "Ruhê PDK'ê di laşê Erdogan de ye" destnîşan kir ku PDK ji bo desthilata xwe biparêze zextên li ser gel zêde kirine û wiha berdewam kir: "Lis er gelê Başûr zilmeke mezin heye. Ji sedî 65'ê endamên PDK'ê ji van polîtîkayan ne razî ne. Kesên ji van polîtîkayên PDK'ê nerazî, ji tirsa girtin û kuştinê deng ji xwe dernaxin. Ên piştgiriya PDK'ê dikin jî pêşmerge û karmend in. Ev jî ji bo debara xwe li gel PDK'ê ne. Ew jî li benda çirûska ewil in."    BARZANÎ ŞIBAND KENAN EVREN   Bêcan Serokwezîrê Herêma Kurdistan Federe Mesrûr Barzanî şiband Kenan Evren û wiha pêde çû: "Mesrûr Barzanî gava hat ser desthilatê tiştên Kenan Evren anî serê gelê me yê Bakur, heman tişt anîn serê gelê me yê Başûr. Gavên wî hemû kopiyên ên Kenan Evren in. PDK, ji sala 91'ê heya niha bûye şirîkê hemû kar û barên qirêj ên Tirkiyeyê. PDK, di nava qirêjiyeke wisa de ye ku êdî nikare jê derkeve. PDK'ya desthilata Başûr e û partiyên li gel wê hemû wekhev in."    Bêcan destnîşan kir ku desthilata PDK'ê ji geld itirse û wiha got: "Desthilata Başûr ji bo xwe ji civakê biparêze dikare her tiştê xw ebide TIrkiyeyê. Ji lew re ji civakê ditirsin. Ji lew re êdî başûrî radibin û dibêjin 'Bavê min ê di şerê birakujiyê de miriye ne şehîd e.' Ji ber ku mriov êdî dikairn wisa bibêjin, ev yek PDK'ê çavtirsandî dike. Gelê Başûr êdî ranazê. Bes li benda çirûskekê ye. Neheqî û bêhiqûqîtiyên ku gelê Başûr bi wan re rû bi rû mane mezin bûne û li ber peqînê ne. Helbet kîjan roj be dê desthilatî ji dest PDK'ê bê derxistin, lê berî PDK bikeve divê gelê Başûr bertekê nîşan bide. Êdî divê em dev ji xebtaên wekî 'Bila kurd bibin yek berdinç', ji lew re kurd jixwe yek in. Êrişek çêdibe kurdên li her 4 parçeyan bi hev re şehîd dikevin. Bes divê malbata Barzanî ji nava xebatên kurdîniyê bê derxistin. Ji lew re dijminên kurdan gavine çawa bavêjin malbata Barzanî jî bi wan re gavê davêje."