Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê 2022-05-25 09:22:04   STENBOL - Dê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkiliya wê ya bi aştiyê re bi sernavê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" konferansek bê lidarxistin.    Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînan a Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkiliya wî ya bi aştiyê re dê di 28'ê Gulanê de li Stenbolê bi navê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" konferansekê li dar bixin.    Dê di asta neteweyî navneteweyî de hiqûqnas, rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar tevli konferansê bibin. Tenê dê 150 kes tevli konfrenasê bibin. Di konferansê de tê pêwendiya di navbera têgiha "aştî" û "tecrîdê" de û tecrîd jî dê di çarçoveya hiqûqî û polîtîk de bê nîqaşkirin. Konferans dê ji 3 danişînan bê û tê de dê ceribandinên ji bo aştiyê yên cîhanê jî bên ragihandin. Konferans dê rojekê bidome û di dawiyê de dê danezana wê ya encamê bê belavkirin.    Danişîna ewil a konferansê dê "Tecrîd, Hiqûq û Polîtîka", danişîna dudoyan dê "Siyaseta Înfaza Ceza û Mafê Hêviyê" û danişîna sisêyan jî "Di warê Hiqûqî û Siyasî De Mafê Aştiyê" be.    TECRÛBEYA MANDELA    Di konferansê de dê Siraj Desaî ceribandinên sembola têkoşîna ant-mêtingeriyê û xwedî nêrîna antî-apartheîdê Nelson Mandela û ceribandinên aprtiya wî ANC'ê ragihîne.    MESELYA KURDÎ Û MÎNAKÊN JI BO ÇARESERIYÊ   Her wiha di konferansê de nûnerê baskê siyasî yê IRA'yê (Artêşa Rizgariya Îrlandayê) Sinn Fein jî bi sernavê "Meseleya Kurdî û Ceribandina Mînakên Pevçûn-Çareseriyê" nîqaş bike.    MAFÊ TECRÎD Û AŞTIYÊ    Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan têkildarî konferansê axivî. Alcan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mirov nikare aştiyê derî tecrîdê bifikire. Alcan anî ziman ku lewma biryara lidarxistina konferansek wiha girtine û got: "Em dibînin ku li welatê me û li cîhanê aştî daxwazeke pir girîng û bivênevê ye. Em wisa difikirin ku em vê yekê ji bo vî welatî nikarin derî tecrîdê nîqaş bikin. Em dixwazin hem polîtîkayên tecrîdê hem jî mafê aştiyê bi hiqûqnas, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran re nîqaş bikin."    Alcan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku tecrîda ku niha li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan û li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye bê nîqaşkirin û bi vê re daxwaza ji bo aştiyê jî bê nîqaşkirin. Her wiha bi vê re em dixwazin ceribandin û mînakên li cîhanê çêbûne jî nîqaş bikin. Lewma di heman demê de konferanseke navneteweyî ye jî. Em ê ceribandinên ji bo aştiyê yên li welatên cuda çêbûne li vira nîqaş bikin û em ê nîqaş bikin ku ka mirov dikare li Tirkiyeyê çi bike."    REJÎMA TECRÎDÊ   Alcan behsa pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de kir û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê pêvajoyek 'çareseriyê' çêbû. Ev heyameke ku aştî jî pir nêz bûbû. Lê em dibînin ku bi tecrîdê re pêşiya vê hatiye girtin. Her wiha niha li Tirkiyeyê hemû girtîgehê veguherîne rejîmeke tecrîdê û mixabin di jiyana me de jî. Em dixwazin em nîqaş bikin ku em dikarin ççi bikin û ji bo vê xebateke çawa bikin. Em dixwazin di vî warî de nêrîna derdorên cuda jî guhdar bikin. Paşê em ê vê yekê binirxînin."    DIVÊ BIBE ROJEVA TIRKIYE Û CÎHANÊ   Alcan destnîşan kir ku pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê divê bibe rojev û wiha got: "Em wisa difikirin ku li Tirkiyeyê divê hejmara derdorên rewşenbîr ên di vî warî de hesas zêde be. Ji lew re bi sergirtina meseleyê, em nikarin ber bi aştiyê ve biçin. Em ê piştî nîqaşan û sûdwergirtina ji ceribandinên cuda yên cîhanê hin pêşniyarên çareseriyê hilberînin û paşê encamê belav bikin."    MA/ Dîren Yûrtsever - Dogan Kaynak