Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye! 2022-05-25 09:23:14   RIHA - Dadgeha Bilind, 6 sal û 3 meh cezayê ku li Hulya Balî, hevjîna sûcdarê firar ê komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê Îlhamî Balî, hatibû birîn xera kiriye. Her wiha ji Balî ya ku beraet kiriye jî têkildarî komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê tu tişt nehatine pirsîn.    Derket hol ku Dadgeha Bilind cezayê li Hulya Balî, hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û Pirsûsê Îlhamî Balî yê DAIŞ'î xera kiriye û biryara beraetê hatiye dayîn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de kom bûbûn ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkkirin. Di doza têkildarî komkujiyê de tenê 34 caran cezayê muebeda girnakirî li Yakûp Şahîn ê girtî hatibû birîn û dosyeyên sûcdar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî jî ji dosyeya vê komkujiyê hatibûn veqetandin.    Danişîna ewil a darizandina Buyukçelebî û Balî di 18'ê Sibata 2022'yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hatibû lidarxistin. Di danişînê de hatibû xwestin ku Hulya Balî, hevjîna Îlhamî Balî wekî şahid daxilî dosyeyê bê kirin. Dadgehê jî têkildarî vê ji Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Kilîsê û Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê (ku Hulya Balî li vê dadgehê dihat darizandin) muzakere nivîsîbû. Zabitnamaya lêpirsînê ya di 4'ê Sibata 2018'an de di dema binçavkirina Hulya Baliyê de hatibû amadekirin û biryara danişîneke dadgehê û biryara xerakirina hukmê ya Dadgeha Bilind daxilî dosyeyê hatibûn kirin.    Hulya Balî li gundê Akinci yê nêzî Qereqola Hidûdê ya Oncu ya Kilîsê tevî 3 zarokên xwe hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Kilîsê bi sûcê "Endamtiya Rêxistina Terorê ya Çekdar" îfadeya wê hatiye girtin. Hatiye diyarkirin ku Balî ewilî xwestiye" ji hukmên qanûna poşmantiyê sûdê bigire." Balî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku nêzî 4 salan li Sûriyeyê di nava DAIŞ'ê de maye û bi tu bernakeve bi kar neaniye. Hulya Balî aniye ziman ku di sala 2007'an de bi Îlhamî Balî re zewiciye û gotiyû: "Hevjînê min diçû Menzîla li Semsûrê. Hevjînê min di Komeleya Hayir û Ensarê de dixebitî. Em di sala 2014'an de ji Reyhanliyê çûn Dîlokê. 5 meh bi şûn de hevjînê min em cardin anîn Reyhanliyê û winda bû. Piştî çend rojan telefon kir û got li Sûriyeyê ye û dê me jî bîne cem xwe. Hevjînê dotmama min Hasan Şanverdî em birin Dîlokê. Qaçaxçiyên mirovan ji Dîlokê em di cihekî nayê bîra min re birin Sûriyeyê. LiS ûriyeyê hevjînê min Îlhamî Balî hat pêşiya me. Em ji wir çûn gundê Bablemûn ê Ezazê."    35 KES TEŞXÎS KIRIN   Balî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku DAIŞ'iyan 100 dolar dane wê û zarokên wê û bi dorê li Raî, Reqa, Minbic, Meyadîn û Garanîçê mane û hevdîtin bi jinên DAIŞ'iyan re kiriye. Balî diyar kiriye ku piştî DAIŞ belawela bûye ji El Babê ya di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de çûye Ezazê û gotiye: "Min li El Babê telefon kirî û min pê li zavayê me, xwişka xwe û dêya xwe geriyam. Min got, ez ê bêm Tirkiyeyê. Paşê telefon xera bû. Ji ber vê min ew şikand. Li Ezazê gava li mala qaçaxçiyekî bûm, polîsan min û zarokên min birin otêlekê. 3 rojan li wir mam û me anîn Tirkiyeyê."    Her wiha Baliyê sûcdarê sereke yê komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê Denîz Buyukçelebî jî di nav de wêne û navên 35 DAIŞ'iyan jî tespît kiriye.    GARA ENQEREYÊ Û PIRSÛS JÊ NEHATINE PRISÎN!   Di lêpirsîna li midûriyeta polîsan de têkildarî gelek bûyeran de pirs ji Baliyê hatine kirin, lê balkêş e ji bo komkujiya Gara Enqereyê û ya Pirsûsê tu tişt nehatine pirsîn.    Danişîna ewil a Baliyê di 12'ê Hezîrana 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê hatiye lidarxistin. Balî ji Girtîgeha Kilîs a Tîpa L'yê bi rêya SEGBÎS'ê û parêzerê wê C.D. jî li hêwana dadgehê tevli danişînê bûye.    Piştî parastinê dozgeriyê komarê mutalaaya xwe berpêş kiriye. Dodzge rdi mutalaayê de diyar kiriye ku Balî bi xwe xwestiye li deverên di bin kontrola DAIŞ'ê de bimîne û endama rêxistinê ye û xwestiye bi qanûna TCK 134 (endamtiya rêxistinê) bê cezakirin. Dadgehê jî bi endamtiya DAIŞ'ê 6 sal û 3 meh ceza li Baliyê biriye.    DADGEHA BILIND XERA KIR!   Dosyeya Baliyê ji Daîreya Ceza ya 4'an a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê re hatiye şandin. Dadgehê serlêdana îstinafê xera kiriye û dosye ji Dadgeha Bilind re şandiye. Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind jî angaşt kiriye ku Balî di çarçoveya têkiliyên malbatî de nêzî 5 salan li Sûriyeyê maye û gotiye, "ji xeynî sempatiyê nehatiye tespît kirine ku di nava xebateke rêxistinî de cih girtiye." Dadgehê bi vê hincetê cezayê li Baliyê hatiye birîn xera kiriye û bi daxwaza biryara beraetê dosye tomar kiriye. Piştî vê biryarê Dozgerê Komarê yê Kilîsê jî di 1'ê Mijdara 2019'an de mutalaa hazir kiriye û doza beraeta Baliyê kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê jî ji nû ve li dosyeyê mêze kiriye û derbarê Baliyê de biryara beraetê daye.    Hat hînbûn ku Balî beriya biryara Dadgeha Bilind, di 15'ê Gulana 2018'an de, hatiye berdan û ji bo 15 mehên di girtîgehê de maye jî tazmînat wergirtiye.    MA / Emrûllah Acar