Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe 2022-05-25 09:27:04   ŞIRNEX - Rûspiyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Di yek carê de bi hezaran xelkê Barzan hate qetilkirin. Divê Barzanî tenê vê rastiyê bîne berçavên xwe û ji xwe şerm bike."    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve êriş dabûn destpêkirin. Êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin. Di şerê ku diqewime de leşkerên artêşa Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar tînin. Herî dawî di daxuyaniya ku 22'ê gulanê de ji aliyê HPG'ê ve hat dayîn de diyar kiribû ku 8 endamên wan di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî êrişên ku bi şirîkatiya PDK'ê ve hatine destpêkirin nêrazîbûn jî her ku diçe zêdetir dibin. Rûspiyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî êrişên li ser herêmê dan û bang li malbata Barzanî kirin ku dest ji hevkariya şer berde.      'WERIN EM JI BO KURDISTANA MEZIN TÊBIKOŞIN’    Ji rûspiyên eşîra Giraviyan ê ji gundê Setkarê Salih Temel (70), êrişên li ser herêmê şermezar kir û wiha axivî: "Berê me digot, 'Em ê biçin Kurdistanê wê Barzanî me bihewîne, ferq û cudahî nîne, her çar perçeyên Kurdistanê yek in'. Lê niha dema ku em lê dinêrin dibînin ku Barzanî şaşîtiyê dike. Em lê dinêrin û dibînin ku mil dide milê dijminê me. Ew bi xwe jî dibîne ku dijmin me dikuje. Em lê dinêrin cerdevan jî piştevaniya vî şerî dikin. Cerdevan diçin Zaxo, Duhok û piştgiriyê didin vî şerî. Em hez nakin ku Barzanî vî şerî bike. Me bi hev re ji bo Kurdistanê bedelan dane. Ev bedelên ku hatine dayin me vala nedan. Heger ku tu miroveke baş bûya em ê te bikin pêşeng. Ev şer hemû li ser Kerkûkê ye. Ji bo ku ji neftê sûd bigirin wisa dikin. Ma Barzanî nizane ku dema ku têkoşîna kurdan xelas bibe wê destpêkê wî bigirin û her tiştekê Kurdistanê jî ji wî bistînin. Ev tişta ku dikin şerm e. Ev ne tişteke rast e. Di vî şerî de xeta wan gelek mezin e. Zarokên me tên kuştin û cenazeyên wan jî nadin. Em rica dikin bila şerê navxweyî neke. Em vî şerî naxwazin. Dema ku li Başûrê Kurdistanê Saddam komkujî pêk anî, li vir Goyî, Giravî, Gewdan, Jîrkiyan û her kes ji bo parastina axa Kurdistanê berê xwe da Kurdistanê. Ji Sêrtê û heta Erzorimê her kurdek çû hawara wan. Şerme ku li ser axa Kurdistanê ew milê xwe bidin dijmin. Em vê qebûl nakin. Me sond xwariye heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ji bo Kurdistanê têbikoşin. Mala Barzanî bi malbatî xayînin. Em axa xwe nadin dijmin."   'HER ÇAR PARÇE BILA BIBIN YEK'   Ji rûspiyên eşîra Gewdan ê ji gundê Geliyê Gewdan Musa Acer (72) jî bal kişand ser şirîkatiya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û destnîşan kir ku ew vê hevkariyê tu carî qebûl nekin û got: "Em aştiyê dixwazin. Kurd, tirk û ereb hemû birayên hev in. Em naxwazin kuştin çêbibin. Îro Barzanî bûye hevalê Tirkiyeyê. Tirk ji bo berjewendiyên xwe êriş dike. Lê çima Barzanî dibe şirîkê van êrişan? Kurdê xayin îro li gel dijmin dibe yek û birayê xwe dikuje. Xwedê birakujiyê qebûl nake. Bila birakujiyê nekin. Bila Mesûd Barzanî ji bavê xwe Mele Mistefa şerm bike. Wexta ku Mele Mistefa Barzanî 50 salan li ber xwe da û çûye her derê şer kiriye û kurd di Iraqê de rizgar kir bila Barzanî şerma wê bike. Xwedê qebûl nake ku ew dijmin bibe Iraqê û birakujiyê bike. Bila sîxur sîxurtiyê nekin, cerdevan cerdevaniyê nekin. Bila her kes birayê birayê xwe be. Ma em îro ne cerdevanin em ê birçîna bimirin? Xwedê em ji wan têrtirin. Berê jî Barzanî bûbûn çeteyên ereban. Saddam 8 hezar kes jin, zarok û ciwan yek carê bi kîmyasalê qetil kirin û tune kir. Lê ji wî re nema û dawiya wî çawa bû, hat darvekirin. Bila Barzanî şerma qetlîamê bike. Bila birakujiyê neke. Bila her parçeyên Kurdistanê bibin yek."   'BILA BARZANÎ KOMKUJIYA SADDAM BÎNE BÎRA XWE'    Ji rûspiyên eşîra Mamxuran ê ji gundê Karçaneyê Findî Kaya (68) jî anî ziman ku di tu olê de jî birakujî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Divê tu kes neyê kuştin. Em aştiyê dixwazin. Mirovek ji kîjan qewmî be divê neyê kuştin. Encax bi aştiyê em dikarin bi ser bikevin. Bi kuştinê tiştek çareser nabe. Kesek bi kuştinê nayê xelaskirin. Îro malbata Barzanî dibe sedemê kuştina mirovan, neheqe. Heke Barzanî Barzanî be divê însanan nede kuştinê. Di yek carê de bi çend hezar xelkê Barzan hate qetilkirin. Divê tenê vê rastiyê bîne ber çavên xwe. Tenê vê bifikire wê rastiyê bibîne. Kuştin ne tişteke rast e. Tu pirsgirêk bi şerî nayê çareserkirin. Ji me re tişta pêwîst tifaq e."