Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin 2022-05-25 10:23:10   WAN - Hevseroka OHD’a Wanê Ebrû Demîrtepe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nahêle ku pirsgirêka kurd çareser bibe û divê her kes li ber tecrîdê rabe.    Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in tê tecrîdkirin nayê girtin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Ebrû Demîrtepe diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk were çareserkirin divê tavilê tecrîd bê rakirin.    'JI BO ÇARESERIYÊ CIVÊ TAVILÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Demîrtepe anî ziman ku tevî hemû serlêdanên parêzeran û vasiyê Ocalan jî 13 meh in tu agahî jê nayê girtin û wiha got: “Tecrîdkirina Ocalan pirsgirêka kurd ber bi neçareserikirinê ve bir. Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’an hevdîtinek qut bûbû pêk anîbû. Mixabin êdî tecrîd ketiye rewşek sîstematîk. Dixwazin bi vê polîtîkaya tecrîdê re pirsgirêka kurd bêçareserî bihêlin. Di şexsê Ocalan de sepanên antîdemokratîk li dijî civakê dixin dewrê. Heke îro dilê Tirkiyeyê yê çarserekirina pirsgirêka kurd hebûya dê bi rakirina tecrîdê dest pê bikira. Ji ber vê yekê ji bo ku pirsgirêka kurd tavilê çareser bibe divê tecrîd bê rakirin.”    ‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN’     Demîrtepe destnîşan kir ku dewlet di şexsê Ocalan de tevahiya civakê tecrîd dike û wiha axivî: “Tecrîd tenê ne li Îmraliyê tê sepandin. Mînaka herî şênber jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destûr nedayîna çalakiyan e. Bi tecrîdê re hem pirsgirêkên siyasî hem jî pirsgirêkên civakî zêdetir bûne. Li her qadên jiyanê tecrîd pêk tê. Polîtîkaya tecrîdê ne di hiqûqa navxweyî de ne jî di hiqûqa navnetewî de bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan sepanên kêfî yên îktidarê ne. Pêwîste Wezareta Dadê ji bo tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi berpirsiyariya xwe rabe û wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê hiqûzan, rêxistinên civakî yên sivîl û tevahiya civakê li dijî tecrîdê dengê xwe derxe û li ber polîtîkaya tecrîdê rabe.”