Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin 2022-05-25 10:38:30 ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê navê darbekar Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolaneka navçeyê kir.  Qeyûmên ku lez dane asîmîlekirina kurdan, li aliyekî jî serî li rêbazên ku kurdan provoke bikin didin. Qeyûmê Cizîrê navê darbekar Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek navçeyê kir. Gursel 45 salan wezîfeya leşkeriyêk iriye û serkêşê darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’an bûye û “Komîteya Yekitiya Neteweyî” ava kiriye. Bi darbeyê re bû Serokkomar û li kolanên Enqereyê pankartên “Tufî rûyê kesên bêjin ez kurd im bikin! Serokkomar Cemal Gursel” daliqandibûn. Gursel piştî darbe pêk aniye çûbû Amedê û xelkê re gotibû, “Tufî yên ku ji were bêje kurd bikin!”    ‘BI NAVÊ KURD NIJADEK NÎNE’    Vî darbekarî di pêşgotina pirtûkekî de wiha gotiye, “Li cîhanê bi navê kurd nijadek tune ye. Kurd ne hemwelatî ne, kurd hemnijadên me ne.”    Qeyûm ku navên wek Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanê û gelek kesayetên girîng tarûmar kir û di şûna navê wan de tabelayên tirkî daliqand, bi taybetî bi armanca provokekirina kurdan van navên nijadperest li kolan, meydan, cade û deveran dikin.