Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye 2022-05-25 11:42:20   ŞIRNEX - Li zozanên Elkê koçerên dengbêj bi kilam û awazên xwe êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê şermezar dikin. Dengbêjan destnîşan kir ku ev şer şerê xiyanetê ye.   Dengbêjî ku yek ji kevneşopî û dîroka kurdan a bi devkî ye; di her serdemê de li dijî şer, zilm û xiyanetê hatiye gotin. Dengbêjan bi kilam û awazên xwe êriş û serpêhatiyên li ser gelê xwe vegotine. Tirkiye bi hevkartiya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve li dijî deverên axa başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne. Tevî hemû şer û erişên dijwar jî tê gotin ku artêşa Tirkiyeyê li herêmên şer gavek bi pêş ve neçûye. Ji roja şer dest pê kiriye heta niha, nerazîbûna li dijî şer bênavber didome. Li zozanên Elkê jî koçerên dengbêj bi kilam û awazan êrişên Tirkiyeyê şermezar dikin. Koçerên ku bi kilamên xwe balê dikişînin ser şer, destnîşan kirin ku ev şer şerê xiyanetê ye.      ‘STRANÊN ME LI DIJÎ ŞER IN’    Nazli Ataman anî ziman ku gelê kurd her tim bi dengbêjiyê êş û kulên xwe vegotine û got: “Dengbêjî ji bo me kurdan gelek bi wate û taybet e. Ev kevneşopî ji bapîr û dapîrên me heya roja îro hatiye. Piştî ku zanîna jinan li pêş ket, dengbêjiya jinan zêdetir bi pêş ve çû. Em dayikên dilşewat in. Şehîdên me girtiyên me û zilm û zordestiyek li ser dîroka me heye. Em bi rêya dengbêjiyê hêvî dikin ku êş û elemên me hin siviktir bibin. Em dengbêjiyê ji bo vî şerî û dozê dikin. Ez dayika Şoreş im. Şoreş sala par li Garê şehîd ket. Ez vî şerî şermezar dikim. Heke PDK’ê zilmê li kurdan nekiriya û hevkariya Tirkiyeyê nekira, dê Erdogan jî ewqas cesaret nebûya û êrişî kurdan nekira.”    ‘JI BER HEVKARIYÊ XWÎNA ZAROKÊN ME DIRIJE’    Nazli di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî vê bertek nîşan bidin û wiha axivî: “Barzanî vê xiyanetê tenê ne li dijî gerîla dike, li dijî xak û 4 parçeyên Kurdistanê jî dike. Barzanî destûr dide û Tirkiye jî xaka Kurdistanê dagir dike. Bila ew li dîroka gelê kurd binêrin û şerm bikin. Ji ber hevkariya Barzanî xwîna zarokên me dirije. Gelek zarokên me hatin şehîdkirin, li dijî zarokên me çekên kîmyewî tê bikaranîn.”    ÊŞA Û XEMA DILÊ DAYIKAN    Xemrî Yîgît jî diyar kir ku 15 sal berê lawê wê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û bi salan e li pey şopa cenazeyê lawê xwe ye. Xemrî anî ziman ku sê caran çûye Rojhilat jî lê dîsa jî tu encam ji bo wergirtina cenaze negirtiye û got: “Ez bi hesreta wergirtina hestiyên lawê xwe dijîm. Navê wî Cebar Dilşêr e. Me gelek êş kişand û zil mli me tê kirin. Me rehetiyek nedît. Dayik her wextê dilê wan bi êş e. Em dixwazin ev şer bisekine û li ser vê xakê xwîn neyê rijandin. Zarokên me ji bo doza aştiyê û li dijî vê zilmê çûn. Bi her awayî zilm li gelê me tê kirin. Çekên kimyewî tên bikaranîn. Bila rê nedin ku çekên kimyewî were bikaranîn.”     ‘ŞERÊ XIYANETÊ YE’    Herî dawî jî Salîhê Zekî axivî û destnîşan kir ku kengê şerekê mezin û zilmekê zêde li ser kurdan pêk hatibe, li ser wan stran hatine gotin. Salihê Zekî anî ziman ku ew li zozanan mezin bûye û wiha got: “Em di nav zozanan de bi dengbêjî û stranbêjiyê wext derbas dikin. Ji ber ku dilê me hemûyan bi êş û azar in.  Kengê şer qewimiye li dijî şer û zilmê dengbêjan kilam gotine. Zilm ewilî li ser me tê kirin. Zilma herî mezin jî xiyaneta kurdan a li dijî hevdû ye. Niha jî ew xiyanet berdewam dike. Ne tenê li Başûr heye. Li vê derê jî gelek kurd xiyanetê li hevdû dikin. Li ser kurdan lîstikên qirêj hene û kurd bi wan lîstikan tên xapandin. Gerek wisa nebe. Jixwe li aliye başûr xiyanetek mezin heye. Em hemû kurd yek in û zimanê me yek e. Divê em kurd ewilî li dijî zilma ku li ser me tê kirin derkevin û xiyanetê ji nav xwe derxînin. Şerê xiyanetê heye. Ev ne nû ye. Ev şerê dawî gelek giran e û divê em bi awayek cidî li ber çavan bigirin. Divê ev şer bê sekinandin. Divê tavilê dawî li xiyanetê were anîn û xiyanet destê xwe ji şer vekişînin.”