Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne 2022-05-25 12:21:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kantona Şehbayê de zêdetirî 20 hektar erdên çandiniyê şewitîn.  Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê rojane êrişî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Yek ji van herêmên hema hema her roj dibe hedefa êrişan jî Kantona Şehbayê ye. Tirkiye, di êrişên xwe de bi taybet jî jîngehan hedef digire û heta niha gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin. Di van demên dawî de zeviyên genim û ceh ên kantonê jî bûne hedefa artêşa Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê.    Çendek roj berê rûbereke mezin a zeviyên genim û ceh hatin hedefgirtin û şewitandin.  Li gorî Komîteya Şewatê ya Kantona Şehbayê, bi giştî 20.6 hektarên ceh, hektareke genim û 70 komên pûşe yên li gundê Hesacik ê Fafîn a Şehbayê hatine şewitandin.    BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA    Ji cotkarên herêmê Mehmûd Mislim têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û bertek nîşanî êrişan da. Mislim, anî ziman ku şêniyên kantonê debara xwe bi çandiniyê dikin û wiha domand: “Îsal baran kêm bariya û semad nehat peydakirin. Li hêla din jî ji ber ambargoya rejîmê, bihayê mazotê zêde bûye. Tevî vê ambargoyê jî artêşa tirk û çeteyên wê her roj êrişî zeviyên me dikin. Beriya niha jî herêm topbaran kirin û derdora 70 donim ceh şewitî û me 40 milyon lîre zirar kir. Ez van êrişên artêşa tirk şermezar dikim.”