Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin 2022-05-25 12:24:36 STENBOL - Di danişîna doza parêzerên OHD’î yên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin de dozger ji bo derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş bike daxwaza demê kir.  Danişîna doza 37 endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û 12 parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jê tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Gelek parêzer ji bo parastinê li danişînê amade bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Hevseroka OHD'ê Îlknûr Alcan û Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Stenbolê Gurkan Îstelîk û Esra Erîn, her wiha gelek parêzerên Enstîtuya Mafên Mirovan a Fransayê, Sendîkaya Parêzeran a Fransayê, Parêzerên Ji Bo Parêzeran û Parêzerên Sînornenas jî tevlî danişînê bûn.    Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de dadgehê mafê axaftinê da dozger û pirs kir ku têkildarî esasê de mutalaaya wî amadeye an na. Dadgehê diyar kir ku îfadeyên kesên di çarçoveya dosyayê tên darizandin hatiye wergirtin û kemasiyek nîne. Dadgehê, ji bo ku dozger têkildarî esasê mutalaaya xwe pêşkeş bike danişîn taloqî 5’ê Cotmehê kir.