Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin 2022-05-25 12:25:32 ŞIRNEX – Şerê li başûrê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Hat zanîn ku gelek konteynirên AFAD’ê ber bi sînorê başûrê Kurdistanê ve hatin sewqkirin.    Êrişên Tirkiyeyê ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin, berdewam in. Gelek konteynirên ku ji bajarên cuda anîn û nivîsa AFAD’ê li ser bûn, bi TIR’an veguhestin ser sînorê başûrê Kurdistanê.    Di heman demê li navenda Şirnexê jî liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.