Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin 2022-05-25 12:42:34   AMED - Di encama lêdana wesayîta zirxî de ji malbata Demîrbaş 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Wezareta Karên Hundir bi hinceta “ziyan gihiştiye wesayîtê” doza tazmînatê li malbatê vekiribû. Danişîna dozê hate taloqkirin.     Di sala 2017’an de li ser rêbejiya Amed-Çewlikê wesayîteke zirxî li otomobîleke sivîlan xistibû û di encamê de ji malbata Demîrbaş 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Wezareta Karên Hundir bi îdiaya “ziyan gihandiye wesayîta zirxî”, derheqê malbatê de 250 hezar euro doza tazmînatê vekiribû. 3’yemîn danişîna dozê îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Amedê hate dîtin. Parêzerê malbata Demîrbaş, Velat Bozhan û parêzerê gilîkeran Server Uygur Koyuncu di danişînê de amade bûn.    Parêzer û dozger di danişînê de mafê axaftinê wergirtin û bi sedema ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, xwestin danişîn bê taloqkirin.    Şandeya dadgehê jî diyar kir ku ewraqên ji Serdozgeriya Komarê ya Liceyê xwestin nehatine şandin lewma danişîn taloqî 28’ê îlonê kir.    ÇI BÛBÛ?   Di 20’ê hezîrana sala 2017’an de li ser rêvejiya Amed-Çewlikê wesayîteke cendirmeyan a bi cureya Kobra, li otomobîleke sivîlan xist. Di encamê de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi îdiaya “ziyan gihandiye wesayîta zirxî”, di sala 2019’an de ji varîsê Fîkrî Demîrbaş ku bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin û ji hemû endamên malbatê re îhtarname şand ku 250 hezar euroyan bidin. Bi hinceta ku malbatê pere nedaye, wezaretê bi daxwaznameyê serî li 3’yemîn Dadgeriya Hiqûqa Silhê ya Amedê da û xwest ku doza tazmînatê bê vekirin.    Di daxwaznameyê de girteka Qereqola Cendirmeyan a Liceyê weke belge nîşan da û îdia kir ku “ji ber ku ajokarê otomobîlê Fîkrî Demîrbaş şerîda xwe guherandiye, qeza pêk hatiye.” Wezaretê her wiha îdia kir ku berpirsyarê “esil” Fîkrî Demîrbaş û yê “talî” jî ajokarê wesayîta zirxî ye.