Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e 2022-05-25 12:53:38   ŞIRNEX - Cerdevanên ku ji Qilebanê dişînin Heftenînê diyar kirin ku artêşa tirk li wir xetimiye û wiha got: “Heftenîn ji bo leşkeran vegeriya dojeheke ku nikarin jê derbikevin.”   Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin ji Heftenîn heta Cûdî, ji Gabar heta Bestayê çûn. Artêşa tirk a nikare li Zapê pêş bikeve, li Heftenîn a di plana wan nebû de windahiyan dide. Herî dawî di şerê 19’ê Gulanê de leşkerek û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dabûn û 3 cerdevan jî birîndar bûbûn. Piştî windahiyên leşker û cerdevanan bi rojane leşker û cerdevan sewqî herêmê tên kirin. Li herêmê liv û tevgera hewayî didome.    ‘HEFTENÎN VEGERIYA DOJEHÊ’   Cerdevanekî ku nexwest navê xwe bide û ji Qilebanê birin şer, tiştên li Heftenînê qewimîn vegotin. Cerdevan, diyar kir ku bi salane êrişan dibin ser Heftenînê lê tu encam nayên bidestxistin û wiha got: “Her tim cerdevanên li herêmê dişînin Heftenînê. Çi karê me li Heftenînê heye? Çeka cerdevanên ku naxwazin biçin Heftenînê tê girtin û ji peywîrê tên avêtin. Dewlet 40 sal in li Heftenînê di heman noxteyê de disekine. Dewlet li gelek girên ku lê dima berdaye û çûye. PKK li her derê Heftenînê heye. Heftenîn ji bo eskeran bûye dojeheke ku nikarin jê derkevin. Leşker nikarin tiştekî bikin. Ji xwe baweriya xwe bi cerdevanan jî nayînin. Li ku rewşeke xeter hebe me dişînin wir. Ji me pirs nakin ka dê biçin cihê êriş lê tên kirin an na.”   SOYLÛ: ÇIMA CERDEVAN NAYÊN KUŞTIN?   Cerdevan ragihand ku dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû serdana xeta sînor kiribû pirsa “Çima cerdevan nayên kuştin?” kiriye û wiha got: “Kuştina cerdevanan ji bo wan nabe windahî. Ew dixwazin cerdevan bên kuştin, ji berk u kuştina cerdevanan ji ya leşkeran zêdetir bandorê dike. Ji ber vê yekê me bi zanebûn dişînin cihên bixeter. Me dişînin tunelan, erdên bimayîn. Karê cerdevanan tenê nobet girtine lê ji bilî peywîra me kar bi me didin kirin.”