Dozger ji du hunermendan re ceza xwest 2022-05-25 13:20:35   EDENE - Ji ber îfadeyên "şahidan" ji hûnermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci ên ku negirtî tên darizandin re bi îdiaya "Endamtiye rêxistinê" ceza hat xwestin.    Danişîna 3'emîn a doza Îlyas Arzû û Jiyan Savci ku bi îfadeyên "şahidên veşarî" û şahidê nav eşkere bi "endamtiya rêxistinê" tên darzandin li Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê ya 2'yemîn hat lidarxistin. Arzû û Savci beşdarî danişînê nebûn û tenê parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Dozger bi îdiaya ku Arzû û Savci "ji rêxistinê re endaman peyda dikin û dişînin", "ji dewsa ku dersa mûzîkê bidin propagandaya rêxistinê dikin" ji wan re ceza xwest.    Parêzeran anî ziman ku muwekîlên wan hunermend in û kesên ku ser wan îfade dane yek xaric tev îfadeyên xwe paşve kişandine û ji bo îdiayên ku hatine kirin parastina xwe amade bikin dem xwestin.   Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 3'yê îlonê kir.