Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin! 2022-05-25 13:21:20 AMED - Li Pasûrê, danişîna derbarê destirêjiya ku ji aliyê 60 kesan ve li zarokekê hatibû kirin û ji sala 2017'an ve berdewam dike, careke din bi hinceta "kêmasiyên ku nehatine temakirin" hat taloqkirin. Di navbera salên 2014-2015'an de li navçeya Pasûr a Amedê bi awayekî sîstematîk 60 kesan dest dirêjî zarokekê kiribûn. 21'emîn danişîna doza ku li 60 kesan hatibû vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Faîl Bayram Baran, Raydîn Eren, Mehmet Taş, Mûstafa Altin, Huseyîn Çelîk, Melîk Seyîtvan, Selahattîn Avci û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Ji ber guhertina heyeta dadgehê, hat dîtin ku rapora ji bo diyarkirina temenê zarokê nehatiye amadekirin.    'DERÛNIYA ZAROKÊ XERA BÛYE'   Dozger, mutalaaya xwe ya ku beriya niha dabû dubare kir û bi bîr xist ku doz ji dosyayên yekkirî pêk tê. Dozger, da zanîn ku li gorî raporan derûniya zarokê xera bûye û dikare di mijara vegotin û nirxandina bûyeran, şahesandin, dem û cih de jê bê bawerkirin. Her wiha dozger xwest ku bi sûcdariya "îstismarkirina zayendî" û "tundî û gefxwarina li dijî zarok" cuda cuda 37 sal ceza li bersûc Erhan Şahîn, Melîk Seyîtvan, Bayram Baran, Yakûp Alû, Raydîn Eren, Serhat Eren, Mûstafa Yildiz, Akîf Kahraman, Mehmet Şahîn û Ûgûr Kahraman bê birîn. Dozger xwest cuda cuda li bersûc Selahattîn Avci, Yucel Akdenîz, Huseyîn Çelîk, Bunyamîn Can, Selahattin Avcı, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Mûstafa Altin û Mûstafa Şahîn jî 16 sal ceza bê birîn.    Parêzerên faîlan jî xwestin ku kêmasî bên derbaskirin.   DANIŞÎN TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê, biryar da ku li benda rapora ku ji bo diyarkirina temenê zarokê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re hatiye şandin bê sekinandin û danişîn taloqî 27'ê cotmehê hat kirin.