Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin 2022-05-25 13:50:37   RIHA - Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re Nobeta Edaletê didomîne, ev tişt got: "Em edalet serobero naxwazin. 4 kes piştî 4 salan hatin girtin, lê hê jî biryara nepeniyê heye. Ji ber ku daxwazên me nayên bersivandin nobeta me didome."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de dest pê kir, di roja 443'yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji parêzer û welatiyên ku tên edliyeyê re derbarê têkoşînê xwe de diaxivin.    Ferît Şenyaşar, da zanîn ku nobeta xwe du rojan li Stenbolê berdewam kirine û ev tişt got: "Odeya Bijîjkan a Stenbolê, xelata 'Aştî û Demokrasiyê' da dayika min. Ev xelat rûyê dayika min nekînin. Ji bo beşdariya konferansên ku li gelek cihan tên lidarxistin gazî me dikin. Lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika min tev li tevan nabin. Nobeta me ya li ber Edliyeya Rihayê didome. Li cihên em diçinê bi mirovên ku doza me dişopînin re tên gelhev û diyar dikin ku li cem me ne."   HÊ JÎ BIRAYRA NEPENIYÊ HEYE'   Di berdewamê de Ferît Şenayaşar, dîsa nexweşiyê dayika xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Me demsaleke havînê li vir derbas kir. niha dîsa bû havîn. Vê nehiqûqiyê herkes dişopîne. Li meclisê tê rojevê. Hiqûqa serdestan pêk tê. Em edaleta serobero naxwazin. 4 kes piştî 4 salan hatin girtin, lê hê jî biryar nepeniyê ye. Em hûrguliyên dozê nizanin. 4 sal in birayê min bi awayekî nehiqûqî girtî ye. Ji ber ku daxwazên me nayên berisvandin em nobeta xwe didomînin."   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "Têkoşîna me ya hiqûq û edaletê ya li dijî hêza ku ji meqamê xwe ya demborî bawer dike li ber Edliyeya Rihayê di roja 443'yan de berdewam dike."